Îranê bi 'hişyariyê' bersiv da Trump
Şêwirmendê lîderê olî yê Îranê Alî Larîjanî têkildarî hişyariya Serokê DYE'yê Donald Trump a li ser çalakiyên protestoyî, bi heman rengî bersiveke bi 'hişyarkirinê' da.
Şêwirmendê lîderê olî yê Îranê Alî Larîjanî têkildarî hişyariya Serokê DYE'yê Donald Trump a li ser çalakiyên protestoyî, bi heman rengî bersiveke bi 'hişyarkirinê' da.
Çalakiyên ku roja Yekşemê li Tehranê destpê kir û ewilî têkildarî maliyeta jiyanê ya bilind bû, bi daxwazên azadiyê veguherî çalakiyên ji bo daxwazên siyasî yên berfireh.
Li gorî medya xwecihî, hetan iha 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Çalakiyên şermezarkirinê li dehan bajaran têne lidarxistin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump li ser medyaya dijîtal Truth Socialê daxuyaniyek da û got: "Eger Îran guleyan berde ser xwepêşanderên aştîxwaz û wan bi tundiyê bikuje wê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê were alîkariya wan. Em amade ne, çekên me hene û em amade ne mudaxeleyê bikin."
Serokê meqama ewlekariyê ya herî bilind a Îranê Alî Larîjanî got, "Divê Trump zanibe ku destwerdana Emerîkayê ya li vê meseleya navxweyî wê bê wateya tevlîhevkirina tevahiya herêmê û zerardayina li berjewendiyên Emerîkayê." Larîjanî li ser X'ê got, "Bila haya xwe ji leşkerên xwe hebe."